Berazîl jî Orşelîm wek paytexta Israîl nasand
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serokê nû yê Berazîlê Jair Bolsonaro, biryar da balyozxaneya welatê xwe li Israîl, ji Tel Eviv veguhêze Orşelîm û Serokwezîrê Israîl pêşwaziya wê biryarê dike.
Serokê Berazîl li ser Twitter a xwe nivîsiye: Wekî min di bangeşeya xwe ya hilbijartinan de gotibû, emê balyozxaneya Berazîl ji Tel Eviv veguhêzin Orşelîm. Israîl welatekî xwedî serwerî ye û divê em rêzê lê bigirin.
Ji aliyê xwe ve, serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu dilxweşiya xwe li ser wê biryarê da xuyakirin û ew bi biryareke dîrokî û dirust binav kir.
N.O