Tifaqa Partiyên Kurdistanî û HDP di rê de ye?

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan, bi daxûyaniyekê diyarkir: Ew li gel partiyên din yên Bakurê Kurdistanê jibo hilbijartinên herêmî din nav gotubêjan de ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan, di derbarê hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê de, daxûyaniyek da.

Li Tîrkiyê ku hilbijartinên herêmî di rojevê de ne, partiyên bakurê kurdistan yên siyasî jî, di nav gotubêjan de ne.

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan, bi daxûyaniyekê diyarkir: Ew li gel partiyên din yên Bakurê Kurdistanê jibo hilbijartinên herêmî din nav gotubêjan de ne.

Buldan di berdewamiya daxûyaniya xwe de got: Ew dikarin hem jibo hilbijartinên serokên belediyan, hilbijartina endamên civatên şarawaniyan, lihevbikin.

Hevseroka HDPê Buldan da zanîn: jibo serkeftinê hem rojhilat hem jî rojavayê Tirkiyê yekitîyek pêwist e, jibo hilbijartinên herêmî ew hewldidin ku formûlek baş li gel partiyên din ên Bakur peyda bikîn.

Perwîn Buldan, Hikûmeta AKPê jî rexne kir û got: Civak li hemberî van kayyumên AKPê gelek bêzar e. Jibo ku Belediyên wan yên ku ji layanê hikûmeta AKPê ve Kayyum hatine danîn,  ji nû ve bi destbixîn, çi ji destê wan bêt ew dê bikin.

Li Bakurê Kurdistan, beriya çend rojan piraniya partiyên Kurd ên Bakur, jibo ku bi hev re bikevine hilbijartinên herêmî, li hev kombibûn.

 

 

C.B