PSK û OSP: Êrişa Tirkiye çareseriyan peyda nake

Dengeke nerazîbûna êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê jî ji ji Diyarbekirê hat.

 

K24 – Diyarbekir

Dengeke nerazîbûna êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê jî ji ji Diyarbekirê hat. Nûnerên Partiyên Kurdistanî ji êrişên Tirkiyeyê dilgiran in û amaje dikin ku êrişên li ser Rojhilata Çemê Feradê tu çareseriyan peyda nake û bang li Tirkiyeyê kir in ku êrişan rawestîne.

Topberana Tirkiyeyê ya li ser Kobanê û Rojhilata Çemê Feretê ji aliyê rêveberên Partiyên Kurdistanî ve jî rastî nerazîbûnan hat. Serokên partiyên Kurdistanê amaje dikin ku, Tirkiye naxwaze Sûrî parçe bibe û Kurd bibin xwedî statu. Serokê Partiya Azadî û Sosyalîzmê OSP'ê Sînan Çîftyurek dibêje; Enqere di civîna çar alî ya ku di navbera Tirkiye, Rûsya, Almanya û Firensa de, li Stenbolê hat lidarxistin de peyama êrişan girt û dest bi topbaranê kir.

Serokê OSP'ê Sînan Çîftyurek ji K24ê re got: "Banga me ji bo Tirkiye û Serokkomarê Tirkiyeyê ew e ku destê xwe dirêjî Rojavayê Kurdistanê bikin. Heger Tirkiye gavekê bihavêje em bawer in ku dê rêveberên Rojava 3 gavan bihavêjin. Êrişên Tirkiyeyê ne di berjewendiyên Tirkiye û Gelê Rojava de ye."

Rêveberên Partiyên Kurdistanî bang li Tevdem û ENKS'ê jî dikin ku naqoqiyên di navbera wan û rêveberiya Rojava de deynin aliyekê û li hemberî êrişan destê xwe bidin hev û din. Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK'ê Mesûd Tek jî balê dikişîne ser hêzên navdewletî yên li navçeyê û dibêje; mixabin çarenûsa gelên Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên navdewletî ve tê diyarkirin.

Serokê PSK'ê Mesûd Tek wiha axivî: "Em wekî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê bi tundî êrişa Tirkiyeyê û zimanê êrişkar şermezar dikin. Me gelek caran gotiye û em niha jî dibêjin; ev êriş xizmeta Gelên Tirkiye û Gelên Rojhilata Navîn nake."

Rêveberên Partiyên Kurdistanî , hebûna hêzên Amerîkayê ya li Rojhilata Çemê Feredê jî dinirxînin û dibêjin; heger Amerîka çavê xwe li êrişên Tirkiyeyê negire Tirkiye nikare operasyoneke bejahî encam bide. Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî Amerîka ji encamdana lukeya çar alî ya Tirkiye, Rûsya, Almanya û Firensa aciz e û Amerîka naxwaze li derveyê vê hevsengiyê bimîne. Li gor van nirxandinan encamdana operasyoneke berfireh li ser Rojava bi helwesta Amarîkayê ve jî girêdayî ye.