Tirkiye: 19emîn Konferansa Komeleya Mafê Mirovan tê lidarxistin

Di Konferansê de, taybet liser pirsgîrêka Kurd hate ziman, ku nabe bi şer bê çareser kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Konferansa Konseya Gişti ya Komeleya Mafên Mirovan ya Tirkiyê, destpêkir.

Di 19 mîn Konferansê de, li Tirkiyê binpêkirinên mafên mirovan hate gotûbêjkirin.

Konferansa Komeleya Mafên mirovan li Enqerê  bi tevlîbûna nûner partiyên sîyasî, parlamenter, balyozên welatên, Danîmark, Swêd  û nûnerên rêxistinên sivîl ji Tirkiyê û Ewrûpa, beşdar bûne.

Hevseroka IHDê Ozturk Turdoxan, bi axaftina destpê kir û got: Li Tirkiyê Rewşa Awarte berdewam dike, êrişên li ser Kurdan bê navber didomin, girtin û zindanî kirin bû ye jiyana rojane. Êrişên liser derdorên sivîl li Iraq û Surîyê jî, ji alî desthilata Tirkiyê ve berdewam dikin.

Di Konferansê de, taybet liser pirsgîrêka Kurd hate ziman, ku nabe bi şer bê çareser kirin.

Konferans dê du rojan berdewam bike û di dawîyê de, daxûyaniya encamî bê ragihandin.

 

 

C.B