Demîrtaş: Dadgeh nikare biryara azadkirina min bide

Îro du sal li ser girtina hevserokê berê yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş re derbas dibin. Demîrtaş roja 4'ê Mijdarê ligel 12 parlamenterên HDP'ê hat binçavkirin û vê yekê weke 'Derbeya 4'ê Mijdarê' binav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro du sal li ser girtina hevserokê berê yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş re derbas dibin. Demîrtaş roja 4'ê Mijdarê ligel 12 parlamenterên HDP'ê hat binçavkirin û vê yekê weke 'Derbeya 4'ê Mijdarê' binav dike.

Demîrtaş ji ajanseke nêzî PKK'ê re axivî û diyar kir, tiştê AKP'ê bi pêvajoya aştiyê xwestiye ew e, îradeya gelê Kurd bidest bixe, vê carê bi girtinan dest bi tesfiyekirin û zextan kir.

Selahedîn Demîrtaş anî ziman, ew nehatine girtin, belkî bi şev avêtine ser mala 12 parlamenteran û ew hatin revandin.

Demîrtaş got, dixwestin em hemû birevin derveyî welat û rêveberên HDP'ê yên mane jî belav bikin. Di vê derbarê de Demîrtaş wiha dibêje: "Du rê li pêşiya me hebûn, yan berxwedan an jî xweradestkitin. Me jî berxwedan hilbijart."

Demîrtaş diyar kir ku wî ti carî daxwaza azadkirinê nekiriye û got, "Ez ne girtî me, ez dîlekî siyasî me. Yê biryara girtina min daye û yê biryara azadkirinê jî bide, ne dadgeh e. Dadgeh nikarin biryara azadkirina min bidin."

Selahedîn Demîrtaş roja 4'ê Mijdara 2016'an ligel 12 parlamenterên din hatin binçavkirin û biryara girtina 9 parlamenteran hat dayîn.

 

S. B