Edebiyata kurdî êdî sînoran gav dike

Firat Cewerî:

Firat Cewerî bi eslê xwe ji Dêrika Çiyayê Mazî ye. Di destpêka salên heftêyan de koçî Nisêbînê kir û di sala 1980 de jî terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Wî di eynî salê de kitêbeke xwe da çapê. Ji wê salê û bi vir de ew di nav tevger û çalakiyên edebiyata kurdî de ye. Wî di adara 1992an de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navbir derxist. Piştî bi demekê kovareke xwerû werger bi navê NÛDEM WERGER derxist û weşanxaneya Nûdemê ava kir. Firat Cewerî bi xwe heta niha 20 kitêb nivîsandine û 20 jî wergerandine kurdî. Çîrok û kitêbên F. Cewerî wergeriyane swêdî, almanî, erebî, tirkî û farisî. Herweha çîrokên wî di antolojiyên swêdî, almanî, erebî û tirkî de jî cih girtine û bûne fîlm. Cewerî bi çar romanên xwe; Payiza dereng, Ez ê yekî bikujim, Lehî û Maria melekek bû wek romannivîsekî girîng bal kişandiye ser xwe. Firat Ceweriyê ku hê jî li Swêdê dijî, bi salan di Komîteya Karger ya PENa Swêdê de serokatiya Komîteya Nivîskarên Sirgûnê kiriye.

Firat Cewerî vê havînê xelateke girîng ya wergerê ji Akademiya Swêdê ya Nobelê girt. Bi misabeta vê xelatê û çend mijarên din ên di derbarê rewş û rola edebiyata kurdî de, me xwe gihand Firat Cewerî û pê re sohbetek li dar xist.

Ji Xelata ku ji Komîteya Nobel te wergirtî destpê bikim, wateya wê ji bo te çi bû?

Ev çil sal in ez di vê riyê de me; di riya avakirin û geşkirina ziman û edebiyata kurdî de. Ji bo vê armancê, ev çil sal in ez ji welatê xwe dûr, li xerîbiyê dijîm. Çi astengî derketibin pêşberî min jî min li ber xwe daye û bi demê re zora wan astengiyan biriye da ku ez bigihîjim armanca bidestxistina ziman û edebiyata xwe. Min xwestiye ez ziman û edebiyata kurdî ber bi ziman û edebiyata dinyayê ve rakişînim û bikim şirîkê ziman û edebiyata dinyayê. Loma, digel nivîsandina min bi xwe, min hertim hewl daye ku ji edebiyata cîhanê jî wergerînim û berhemên edebiyata cîhanê jî bikim malê edebiyata kurdî. Yek jê, bi riya wergerê zimanê me dikemile, em ji qalibê xwe ê teng derdikevin û ber bi dewlemendiya edebiyata dinyayê ve têne kişandin, ya din, bi riya edebiyatê em ji îzolasyona xwe hinekî rizgar dibin û ber bi qada cîhanê ve têne kişandin. Ji van berhên ku min bi salan wergerandine, gelek jê kevirên giran ên edebiyata swêdî ne. Min berê jî gotiye, bi xêra Swêdê min karîbûye ez bi dehhezaran rûpel li edebiyata kurdî zêde bikim, loma, bi riya wergerandina ji edebiyata swêdî, min xwest ez hinekî deynê xwe bidin û spasiya Swêdê bikim. Gava min ev kir, min bi dehan berhem kirin malê zimanê kurdî. Xuya ye, vê xebatê bala Akademiya Swêdê ya Nobelê jî kişandiye û ji ber xebatên ku min edebiyata wan wergerandiye kurdiyê, ez xelat kirime. Bêguman ez bi vê xelatê bêhawe kêfxweş bûm. Ev xebatên ku li Tirkiyê sûcek bû û min ji ber wî sûcî welat terikandiye, li Swêdê bû xelat. Zimanê me ê malê, ket salonên bilind ên Akademiya Nobelê. Ez kêfxweş bûm û bi min re kurd jî kêfxweş bûn. Xelatên weha moralê didin mirov. Riya ku mirov tê de ye çiqasî zehmet be jî, dike ku mirov tê de berdewam be û ji berê bêtir bixebite…

Weşandina pirtûka te bi zimanê swêdî, çawa hate pêşwazî kirin?

Hin nivîskar, gava welatê xwe diterikînin û derbasî welatekî din dibin, ziman jî diguherin û bi zimanê welatê nuh dinivîsin. Hejmara nivîskarên weha kêm bin jî, dîsa hene. Lê yê min, ne ji bo ez ziman biguherim min terka welatê xwe kir, berevajiya wê, ji bo ez bikaribim bi zimanê xwe binivîsim min welatê xwe terikand. Heta demekê, min dixwest kitêbên min tenê bi zimanê malê hebe. Lê ev demek e êdî kitêbên min werdigerin hin zimanên dinyayê. Berê hin çîrokên min li Swêdê di kovar û antolojiyan de derketibin û di radyoya Swêdê de hatibin xwendin jî, wek kitêb ev ya yekê ye. Nivîsên ku heta niha di çapemeniya Swêdê de li ser swêdiya romana min derketine erênî ne. Wekî din, gelek nivîskar û xwendevanên swêdî ên ku roman xwendine jî hezkirina xwe bi lêv dikin. Berî bi demeke kurt jî, weşanxanê ragihand ku kitêbxaneyên Swêdê ên li seranserî welêt hejmareke mezin ji kitêba min kirîne û li kitêbxaneyan belav kirine. Heta niha weşanxane jê razî, xwendevan jê razî, ez jê razî me. Bêguman ev mirov bêhawe kêfxweş dike. Niha, romanên min ên din jî werdigerin swêdî û daxwaz ji zimanên din jî tê.

Wergerêndina edebiyata kurdî ji bo zimanên din, çi bandora xwe li edebiyata kurdî heye?

Edebiyata kurdî gelek caran ji bo kurdan wek pincarê hewşê ye, tu dizanî, pincarê hewşê jî tehl e. Gava edebiyata kurdî werdigere zimanên din, hem miletên din bi hebûna edebiyata kurdî dihesin, qîmetekê didinê, hem jî kurd pê xwe serbilind dibînin û baweriya wan bêtir bi wan tê.  Herweha pincarê hewşê jî bi wan êdî ne tehl, lê şêrîn tê.

Edebiyata kurdî, li ser hin hewldanan jî bi awayek berfereh nikare platformek xwendevanan a mezin ji xwe re peyda bike, li gor te astengiyên bingehîn çi ne?

Edebiyata kurdî, bêtir jî edebiyata kurdî ya bakur, bi zimanekî ku hê ne zimanê perwerdeyê ye tê nivîsandin. Bi gotineke din, hê jî bi zimanekî qedex tê nivîsandin. Loma, xwendevanên zimanê kurdî di zimanê xwe de ne ewçend zîrek in da ji zimanê nivîskarên xwe fêhm bikin. Ji bo wan, xwendina bi zimanê tirkî hêsantir e. Rast e jî, ji ber ku ew perwerdeya xwe bi zimanê tirkî dibînin, hemû xwendina wan bi zimanê tirkî ye, tirkî zimanê sûk û bazarê ye. Kurdî belkî bi tenê zimanê malê be. Heta li malê jî tam nayê bi kar anînin. Loma, hem nivîskarên kurd bi nivîsandina kurdî fedekariyekê dikin, an jî helwesteke siyasî nişan didin, xwendevanên kurdî jî her wê fedekariyê dikin. Ya rastî, hem nivîsandin, hem jî xwendin divê ne li ser fedekariyê be. Herdu jî hewcedariyên takekesiyê ne û divê derbasî hezkirina şexsî û profesyoneliyê bibin.

Bo nimûne, heke zimanê me zimanê dibistanan bûya, kitêbxaneyên bi zimanê me li hemû bajarên me hebûna û wezareta kulturê alîkarî û piştgiriya edebiyata me bikira, wê hingî hem karê nivîskaran hêsantir bûya, hem weşanxane bêtir li ser lingan bimana û wê edebiyata me jî ji aiyê girseya kurdan ve bihata xwendin. Mixabin, îro, li bajarê me ku nifûsa wan bi ser milyonan ketine û di hilbijartinan de bi sedhezaran kurd rayên xwe didin partiyên kurdan, an jî partiyên dilxwazên kurdan, lê hezar kitêbên kurdî lê nayên firotin. Divê partî û rêkxistinên ku li ser navê kurdan siyasetê dikin bi kûrahî li ser vê pirsa te bifikirin. Divê kurd bi giştî lê bifikirin û pirseke ji dil ji xwe bikin; em çi dixwazin?

Qedexeya liser erdê ya kurdî – çi bandor li edebiyata kurdî dike?

Edebiyat bi zimên tê pê, gava ziman qedexe be, edebiyat qeyd û merbendkirî ye; girtî ye, bi sînorkirî ye, li ber pêşketin û gulvedana wê astengî û kelem hene; wek çûkekî baskokirî ye, nikare bifire. Lê digel hemû qedexeyan jî edibata kurdî carina radibe, hêç dibe û bi çargavî diçe.

Nêzîkahiya beramberî edebiyata kurdî îro, di çi astê de ye?

Kurd bi inyad in, zû bi zû dev ji ya xwe bernadin. Digel hemû qedexeyî û astengiyan jî, baweriya min bi edebiyata kurdî heye. Ew hêdî hêdî sînoran gav dike û ber bi navneteweyîbûnê ve diçe. Edebiyata kurdî ya îro kêm zêde di dirûvê edebiyata dinyayê de ye. Berhemên xurt jî tên nivîsandin, ên qels jî. Lê edebiyata kurdî hertim di sînorê talûkeyekê jî de ye. Wek me got, edebiyat bi zimên tê pê, loma divê kurd bi hemû hêza xwe perwerdeya bi zimanê xwe bixwazin da edebiyata wan jî nasnaveke fermî bi dest bixe û bibe dîkê li ser sergoyê xwe.

Projeyên te yên edebî yên nêzîk?

Ez her sal, di dema sersalê de, ji bo sala nû ji xwe re du sozan didim; yek jê, ez dibêjim kê îsal ez êşandibim û neyartiya min kiribin, ez wan efû dikim. Ya din, ez dibêjim ez ê di sala bê de filan tiştî bikim û filan tiştî binivîsim. Min îsal hinek ji wan sozan bi cih anîne. Lê hê sal neqediyaye û hin xebat di destên min de hene. Ez hêvîdar im ku ez ê heta sersalê xelas bikim…