Civata Asayişa Herêma Kurdistanê: Li Kerkûk û Mûsilê DAIŞ çalak bûye

Civata Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, ku bûyerên meha derbasbûyî didin xuyakirin ku êrîş û teqîn wê li Kerkûk û Mûsilê vegerin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Civata Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, ku bûyerên meha derbasbûyî didin xuyakirin ku êrîş û teqîn wê li Kerkûk û Mûsilê vegerin.

Bi riya hejmara xwe ya Twitterê, Civata Asayişa Herêma Kurdistanê balkişand ser bûyer û êrîşên meha derbasbûyî li Kerkûk û Mûsilê û derdora herdu parêzgehan û ragihand, ku bûyerên teqandina otombêlên mînkirî û êrîşên çekdarî û revandin û kuştina welatî û endamên hêzên ewlehiyê zêde bûne.

Ji bilî wan bûyeran, çekdarên DAIŞê çendîn caran êrîşî ser muxtar û kesatiyan li gundên derdora Kerkûk û Mûsilê kirine.

Civata Asayişa Herêma Kurdistanê ew yek jî eşkere kir, ku li ser riya Kerkûk û Reşad, çekdarên DAIŞê çendîn teqîn encam dane û tenê di teqînekê de li nêzîkî Geyare, 40 kes bûn qurbanî.

Amaje bi wê yekê jî kir, ku tenê di meha derbasbûyî de, bêtirî pêncî êrîşan hatine encamdan û nêzîkî 70 kes bûne qurbaniyên wan êrîşan.

N.O