Ak Partî: Ti proseyeke çareseriyê bi PKKê re dest pê nake

Li gorî parlemnterê Ak Partiyê ne mimkûne ku niha cereke din proseya çareseriyê dest pê bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyê piştî daxuyaniyên wezîrê berevaniyê Hulûsî Akar ku behsa pêvajoya çareseriyê kiribû ji aliyê partiya deshilatdar Ak Partî û partiya demokratîk a Gelan (HDP) ve b baldarî tê nirxandin. Li gorî parlemnterê Ak Partiyê ne mimkûne ku niha cereke din proseya çareseriyê dest pê bike. Beramberî vê yekê Parlemnterê HDPê dibêje ku tevî şer û operasyonan dê careke din alî rûnên ser maseyekê û dê pêvajoyek dest pê bike.

Di rojeva Tirkiyê de mijara careke din destpêkirina proseya çareseriyê xwe dide der. Sedema vê yekê jî daxuyaniya Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar e ku di parlamentoya Tirkiyê de behsa pêvajoya çareseriyê kiribû û gotibû li Tirkiyê proseya çareseriyê pêk hatibû û ew hêwî dikin bi 82 milyon welatî bi hev re di nava aramî û biratiyê de bijîn.

Ev daxuyaniya Akar din ava partiyên siyasî yên Tirkiyê de jî tê nirxandin.

Derbarê vê mijarê de Parlamenterê Rihayê yê partiya Deshilatdar Ak Partiyê Mehmet Alî Cevherî dibêje ku niha ji bo proseya çareseriyê rewşeke guncav tune ye û ne mimkûn e ku bi PKKê re proseyek nû bê dest pê kirin.

Mehmet Alî Cevherî ji K24ê re wiha axivî: "Li Tirkiyê li 81 bajarên me Tirk, Kurd û Ereb bi hev re dijîn. Di sala 2013an de bi destê dewleta me proseyeke aştiyê hatibû destpêkirin. Lê belê rêxistina PKKê destê biratiya ku ji wan hatiye dirêjkirin red kirin û proseya aştiyê têk birin. Heger proseyeke weke ya 2013 hebe bîla qet çênebe baştir e. Gelê herêmê jî çareseriyeke wiha naxwaze. Pêşî hewceye PKK çekan dayne û dev ji êrîşên xwe berde."

Beramberî van gotinên partiya deshilatê, parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu radigihîne ku her çiqas niha li ser van û li dijî rojhelatê Feratê operasyon hebe jî şer û pevçûnên heyî derûniya civakê têk dibe û dawîya dawî dê proseya çareseriyê careke din dest pê bike.

Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu dibêje: “Piştî demekî din alî dê vegerîn ser pevajoya çareseriyê ya nû. Tu rêyekê wê ya din tune ye. Niha di hişê komara Tirkiyeyê de ev heye ku li Sûriyeyê pergaleke ku di bin hikumraniya wê de ye ava bike û niha hemû hêza xwe daye ser Sûriyê. Lê belê bi baweriya min, dibe ku piştî vê yekê çareseriyekê bifikire. Di demekî dirêj de berdewamkirina vî şerî ne li gorî wijdana mirov û derûniya civakê ye. Teqez dê bi awayekî dîsa aştî were ceribandin û rêyên giftûgoyê bên vekirin.”

Li Tirkiyê di sala 2013an de di navbera hikûmet û PKKê de "proseya aştî û çareseriyê" dest pê kiribû û HDP jî wê demê navbeynkarî kiribû. Lê belê di Tîrmeha sala 2015an de bi kuştina du polîsên Tirk proseya aştiyê têk çûbû û di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de şer û pevçûnên ku dest pê kiribûn hêj jî berdewam dikin.