Erdogan: Em gerên çavdêrî yên YPG û Amerîka qebûl nakin

Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, gerên çavdêriyên hevbeş yên hêzên Amerîkî û YPGê dê bibin sedemê aloziyên mezin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, gerên çavdêriyên hevbeş yên hêzên Amerîkî û YPGê dê bibin sedemê aloziyên mezin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî civîna koma partiya xwe da zanîn, ew bi ti awayî gerên çavdêrî yên hêzên Amerîkî û hêzên YPG li ser sînorê qebûl nakin.

Erdogan got, helwestên weha dê bibin sedemê nebaşiyên pir cidî û hêvîdar e Trump pêşiya van helwestan bigire.

Peyvdarê bi navê Wezareta Bergiriyê ya Amerîka Robert Manning ragihand, ku wan tenê li gel HSD dest bi gerên çavdêriyê li ser sînorên Rojava û Bakurê Kurdistanê kiriye, ne bi YPGê re.

 

S. B