Amerîka dixwaze serkirdeyekî mezin ê Heşda Şeibî derbasî lîsta daxwazkiriyan bike

Sky News a Ameîrkî: Zanyarî hatine derxistin dibêjin: Wê Amerîka navê cîgirê serokê desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis derbasî lîsta daxwazkiriyên navdewletî bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li gorî kenala Sky News a Amerîkî, ku zanyarî ji jêderekî nêzîkî balyozxaneya Amerîka li Bexdayê wergirtiye, Hikûmeta Amerîkî bi niyet e biryara desteserkirinê li dijî cîgirê serokê desteya Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendis re derxîne.

Sky News a Ameîrkî diyar kir, ku li gorî wan zanyariyên hatine derxistin, wê Amerîka navê Ebû Mehdî Muhendis derbasî lîsta daxwazkiriyên navdewletî bike.

Muhendis bi wê yekê tometbar e, ku samanên giştî yên Iraqê ji bo berjewendiya xwe ya taybet bikar aniye û 100 hezar kes di nav mîlîşyayên Heşda Şeibî de damezirandiye, bêyî ku ew kesana karek di destê wan de hebe yan bi piraktîkî dewam bikin.

Herwiha bêtirî 3 milyar Dolarî bi navê xwe ji Îranê re şandiye.

Her li gorî heman jêderî, hejmarek ji perlemanterên Iraqî haydarî doseya gendeliyê ya Ebû Mehdî Muhendis in.

N.O