KCK: Biryara Amerîka berdewamiya komploya li dijî Rêber Apo ye

Konseya Rêveber a Hevserokatiya KCK’ê biryara Amerîka ya derbarê her sê serkirdeyên PKKê de bê bingeh û berdewamiya komploya li dijî Rêber Apo binav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Konseya Rêveber a Hevserokatiya KCK’ê biryara Amerîka ya derbarê her sê sazkarên PKKê de bê bingeh û berdewamiya komploya li dijî Rêber Apo binav kir.

KCKê di daxuyaniyekê de ragihand, “Amerîka di derbarê hevrêyên me Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan ku sazkarên PKK’ê, kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd in biryarek derxist, ti bingeha wê ya siyasî,  civakî, exlaqî, wijdanî û hiqûqa gerdûnî nîne. Biryareke ku bi giştî bi sedemên îdeolojîk û polîtîk hatiye dayîn.” 

Herwiha KCKê dibêje: “Komploya ku 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêber Apo hat destpêkirin û 15’ê Sibata 1999’an bi dîlketina Îmraliyê encam bû, ev komplo bi kîjan armancê pêk hatibe, ev êrîş jî xwedî heman armancê ye. Ev biryara Amerîka ya bêbingeh berdewam û parçeyekî komploya li dijî Rêber Apo ye.”

Wezreta Derve ya Amerîkayê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) birayarek da û ji bo wergirtina zanyariyên di derbarê cih û nasnameya 3 rêveberên PKKê de Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan 12 milyon Dolar xelat diyar kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, ji bo Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Murad Karayilan 5 milyon Dolar, ji bo Hevserokê KCKê Cemîl Bayik 4 milyon Dolar û ji bo Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Duran Kalkan 3 milyon Dolar xelat hatiye diyarkirin.


S. B