Projeya GAPê niha di çi astê de ye?
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê GAP (Projeya Bendavan a Başûrê Rojhilatê Anadoluyê), ku hemû Bakurê Kurdistanê bi xwe ve digre, yek ji projeyên herî girîng û mezin e.
Ev prôjeya mijara gotinê, ku ji layanê Tirkiyê ve tê durist kirin, bi dehan bendavên biçûk û mezin bixwe ve digre.
Dewleta Tirkiyê bi vê projeyê dixwaze gelek deskeftên sîyasî, civakî û coxrafî bidest bixe.
Proje ji bo Bakurê Kurdistanê ya duristkirina Bendavan e. Hejmarek zor bendavên biçûk û mezin yên li ser çem û rûbarên bakur, di nav vê projeyê de hatine temam kirin û hin proje jî, ber bi temambûnê ve diçin.
Tirkiye dikare, bi rêya vê proja bendavan, Çemê Dicle, Zêya mezîn, Xabûr, Hêzîl û gelek çemên din yên Bakurê Kurdistanê li ser Başûr û Iraqê qut bike.
Jibilî vê zerera av qutkirinê, gelek gund û bajarên dîrokî wek Hesenkeyf, dikevine bin ava van Bendavan.
Taybet Bendavên ku li Cizîra Botan, Nisêbîn, Silvan û Batmanê têne durist kirin, ber bi temambûnê ve diçin.
Serokê Îdareya Pêşketina Herêma GAPê Bi daxûyaniyekê got: Li herêmê biçûk û mezin nêzî 15 bendav hatine temamkirin û çêkirina 7 bendavan jî dewam dike.
Sadrettin Karahocagil - Serokê Îdareya Pêşketina Herêma GAPê diyarkir:
“Em duristkirina Bendava Dicleyê berdewam dikin. Bendava Batmanê temam bûye û ketîye karî, Bendava Silwanê ji sedî 50 me temam kiriye. Ev bendav bes bû avdankirinê ye. 240 Hektar axê dê avdan biket. Ev Bendava Silwanê 6 Bendavên din ên biçûk bi xwe ve digre. Ji bo dabeşkirina avê bi hezaran km tunêl dê bêne durist kirin. Ev proja Silwanê gelek mezin e. Bendava Ilisu me heye. Piştî Bendava Ataturk ev mezintrirîn Bendav e. Ew li ser Çemê Dicle tê çêkirin. Her wiha Depoya hemû Bendavan e. Ji sedî 90 me temam kiriye. Paşê Bendava Cizîrê heye, deverên Nisêbîn, Silopî bi xwe ve digre 140 Hezar axê dê av bidet. Hedefa me ew e sala 2019an Bendava Ilisu û Silwanê temam bikin û proje temam dibe”.
Ligor rayedarên Hikumeta Tirkiyê, ev proje gelek caran rastî êrişên gerillayên PKKê hatin e, hin caran rawestiyan e û hin caran jî berdewam kirin e. Di heman demê de, di nav ewlekariyek mezin de tên parastin.
Ji ber duristkirina van Bendavên Bakurê Kurdistanê, Çemê Dicle, her roja ku derbas dibe, ber bi kêmbûnê ve diçe…
C.B