Krîza derman û xwarinê liber deriyê Îranê ye

Serokê Komisyona Siyaseta Derve û Ewleyiya Neteweyî yê Parlementoya Komara Islamî ya Îranê Haşmetûllah Felahetpişe anî ziman ku, bi egera dorpêça Amerika liser Îranê dikare krîza xwarin û dermanan li Îranê rû bide...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Komisyona Siyaseta Derve û Ewleyiya Neteweyî yê Parlementoya Komara Islamî ya Îranê Haşmetûllah Felahetpişe anî ziman ku, bi egera dorpêça Amerika liser Îranê dikare krîza xwarin û dermanan li Îranê rû bide.

Haşmetullah Felahetpişe ji Ajansa Nûçeyî ya Xwendevanan a Îranê (ISNA) re diyarkir, Wezîrê Derve yê Amerika Mike Pompeo aniye ziman, ku “Ger birêvebirên Îranê bixwazin xwarina welatiyên Îranê hebe, dive guh bidin Amerika”.

Ligor Haşmetullah Felahetpişe Amerika bi van dorpêçan dixwaze Îranê lawaz û biçûk bike, lê yekgirtin û berxwedana gelê Îranê dê zêdetir bibe. Felahetpişe destnîşankir: “Di kerta dermanan de hin pirsgîrek ji niha hatine pêş. Wekî dermanên kanserê û kronolojîk. JI sedî 90 derman li Îranê tên berhemdan, ji sedî 5-10 ji derve tên kirîn. Herweha aloziya di kerta Bakeyan de liber kirîna dermanan jî astengiyan derdixe”.

Haşmetullah Felahetpişe herweha anî ziman: “Desthilata Amerika dixwaze gel û dewleta Îranî bîne pêşberî hevûdu, lê dê sernekeve”.

 

 

C.B