Putin piştevaniya Artêşa Macron dike
K24 - Navenda Nûçeyan.
Piştî ku serokê Firensa Emmanuel Macron daxwaza pêkanîna artêşeke Ewropî kir, ji bo parastina Ewropa ji gefên Rûsya, Çîn û Amerîka bike û piştî ku serokê Ameîrka Donald Trump dijatiya xwe ji wê daxwazê daxuyakirin, serokê Rûsya Vladimir Putin piştevaniya xwe ji daxwaza Macron re daxuyakirin.
Putin di daxuyaniyekê de ji kenala RT a Rûsî re got: Ewropa yekîtiyeke abûrî bihêz e, ew jî tiştekî siruştî ye heger bixwaze di warê bergirî û ewlehiyê de, xwediya serwerî û serxwebûna xwe be.
Putin pêkanîna supayeke Ewropî bi karekî erênî da zanîn û got: Hebûna gellek cemseran, cîhanê bihêz dike.
Di karvedana xwe de, li dijî daxwaza Macron, Serokê Amerîka gotibû: Daxwaza Macron ji bo pêkanîna artêşeke Ewropî sivkatiyeke mezin e Ewropa berî ku artêşekê taybet ji xwe re pêk bîne, divê pişka xwe ji pereyên NATOyê pêşkêş bike.
N.O