Erdogan: Divê kampa Mexmûrê bê belavkirin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, biryara Amerîka ya di derbarê sê serkirdeyên PKK'ê de lîstikek e. Erdogan got, divê kampa penaberan a Mexmûrê jî were belavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand, biryara Amerîka ya di derbarê sê serkirdeyên PKK'ê de lîstikek e. Erdogan got, divê kampa penaberan a Mexmûrê jî were belavkirin.

Erdogan piştî vegera ji Parîsê ji rojnamevanan re axivî. Derbarê biryara Amerîka ya li ser sê serkirdeyên PKK'ê de, Erdogan wiha got,"Biryara Amerîka pêngaveke dereng ketiye. Zehmet e em pê bawer bikin. Ev lîstik e dixwazin PKK û PYD ji hev cuda nîşan bidin. Em nayên wê lîstikê."

Serokomarê Tirkiyê ragihand, pêwîste kampa penaberan a Mexmûrê were belav kirin û wiha got, "Ne tenê Qendîl, pirsgirêka kampa Mexmûrê jî heye. Mexmûr bûye hêlîna PKK'ê. Niha 12-13 hezar kes li wir dijîn. Neteweyên Yekbûyî jî ji vê yekê bêzar bûye. Dixwazin ew der bê belavkirin.  Divê em ligel Bexda, Amerîka û Rêveberiya Bakurê Iraqê hê zêdetir li ser hebûna PKK'ê ya li Iraqê di nava peywendiyan de bin."

 

S. B