Mislim: Pêşbîniyê nakin Tirkiye derbasî herêmên Kurdî bibe

Endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim ragihand, ew niha pêşbîniyê nakin Tirkiyê Tirkiye êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike, lê ligel siyaseta Ak Parti ya dagîrkeriyê, ew wê yekê jî dûr nabînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim ragihand, ew niha pêşbîniyê nakin Tirkiyê Tirkiye êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike, lê ligel siyaseta Ak Parti ya dagîrkeriyê, ew wê yekê jî dûr nabînin.

Salih Mislim di hevpeyvînekê ligel pêgeha “Ahval” a Tirkî ragihand, hikûmeta Sûriyê dixwaze rewşa li Sûriyê vegerîne mîna ya wek berî sala 2011an, lê ew wê yekê qebûl nakin, ji ber ku rêjîma Sûriyê sedema wêraniya Sûriyê ye.

Got jî, danûstandinên wan û hikûmeta Sûriyê rawestiya ne, lê bi yekcarî nehatine birîn. Bi gotina Mislim, ti projeya hikûmeta Sûriyê ji bo çareserkirina krîzê nîn e.

Mislim derbarê helwesta Rûsya li Sûriyê de got, divê Mosko kar li ser dîtina çareyan bike, ne ku çareyan asteng bike. Heger Mosko sîstema xwe biguhêre, dê roleke çalaktir li Sûriyê bilîze ji bo danîna çareseriyê ji krîza Sûriyê re.

Li ser êrîşên Tirkiyê li Kobanê û Girê Spî, Mislim got, Tirkiye ji dixwaze fişarê li Hevpeymaniya Navdewletî bike û sûdê jê bibîne. Herwiha Tirkiye dixwaze pirsgirêkên navxweyî veşêre û çav ji ser Idlibê bên girtin û çareseriya siyasî li Sûriyê asteng bike.

Herwiha li ser egera dagîrkirina Tirkiyê hin navçeyên din ên Kurdî li Sûriyê, Mislim diyar kir, ew di dema niha pêşbîniya wê yekê nakin, lê ligel siyaseta Ak Parti ya dagîrkeriyê, ew wê yekê jî dûr nabînin.

 

S. B