Jineke Kurd hat bidarvekirin

Rêxistina Hengaw ji bo Mafên Mirovan: Îro sibehê 13/11/2018an, sizaya bidarvekirinê li ser jineke Kurd bi navê Şerare Ilyasî, temen 27 sal, li zindana navendî ya bajarê Sine hat bicîkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, jineke Kurd li nav zindana wî bajarî hat bidarvekirin.

Malpera Rêxistina Hengaw ji bo Mafên Mirovan belav kir, ku sibeha îro 13/11/2018an, sizaya bidarvekirinê li ser jineke Kurd bi navê Şerare Ilyasî, temen 27 sal, li zindana navendî ya bajarê Sine hat bicîkirin.

Li gorî zanyariyên Malperê, Şerare Ilyasî, berî pênc salan bi tometa kuştina kesekî bi navê (Kawa Xulam Weysî) hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Îranê ve, sizaya bidarvekirinê li wê hat birrîn.

Li gorî amarên Rêxistina Hengaw, ji destpêka sala 2018an ve û heya niha, sê jinên Kurd ji aliyê Hikûmeta Îranê ve hatine bidarvekirin.

N.O