Buldan: HDP ligel Partiyên bakur gavên baş avêtin e

Buldan: Ji bo ku di hilbijartinên 31ê Adarê de serbikevin ligel Partiyên Kurd ên Bakur, gavên baş hatine avêtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Partiya Demokrasiya Gelan HDP Perwîn Buldan, di civîna koma partiya xwe de, axaftinek kir û got: Ew ji bo ku di hilbijartinên 31ê Adarê de serbikevin ligel Partiyên Kurd ên Bakur, gavên baş avêtin e.

Buldan diyarkir: “Kes nikare bi zulmê, xebata me, biryara me û hêviyên me bişkîne. 

Me di 40 bajaran û 500 Navçeyan de xebat kiriye, ku li Bajarên Kurdan bo tifaqê li gel Partiyên Kurdî, gavên baş avêtin e. Li rojavayê Tirkiyê jî, em ji bo ku xwe bigihînîn hemû derdorên demokratxwez û rêxistinên sivîl, karê me berdewam e. 

Me serlêdana Namzetan, di navbera 20ê Mijdarê û 5 Çileyê diyar kiriye. Hin derdor dibêjin, HDP hevditînan li gel AKPê çêdike. Ez vekirî bêjim, wek HDP me çi hevdîtin çênekirine. Lê Emê çêbikîn. Roja Hilbijartinê 31 Adarê em dê li ser Sindoqan hevdîtinê bikîn”.  

 

 

C.B