Kurdistan ji projeyasa ya budceya hikumeta Iraqê ne razî ye

Her dû parêzgarên Hewlêr û Silêmaniyê ji projeyasaya budceya Iraqê ne razî ne...

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, di derbarê pişka herêma Kurdistanê ya budceya Iraqê, ji Kurdistan24 re ragihand, hikûmeta herêma Kurdistanê çendîn daxwaz arasteyî Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dike, da ku ew daxwaz dinav projeyasaya budceyê de bên bicih kirin û guhertin bi ser projeyasaya budceyê bê kirin, beriya ku dinav Parlemanê de, bê pejirandin.

Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaz kir, ew projeyasa ji bo hikûmetê bê vegerandin û Parleman nepejirîne.

Her dû parêzgarên Hewlêr û Silêmaniyê ji projeyasaya budceya Iraqê ne razî ne, Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî dibîne, ew projeyasaye zûlmê li bajarekî dike, ku bi sedan hezar aware li xwe girtiye. Herweha ligor Parêzgarê Silêmaniyê Heval EbûBekir ev projeyasa dirêjepêdana zûlma piştî sala 2014an e.

Parlemantarek Iraqê jî dibêje, hinek xalên veşartî yên wê pirojeyasayê hene, ku li ser Herêma Kurdistanê metirsî ne.

 

 

C.B