Bi vîdyo.. Qehweçiyek fincana destê Esed dişkîne

Bi helkefta berdana jin û xortên Dirzî yên Parêzgeha Siwêda ji aliyê DAIŞê ve, xelkên Siwêda û rîsipiyên wê, merasîmeke şahiyê lidar xistin û serokê Sûryê Beşar Esed jî têde beşdar bû.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Bi helkefta berdana jin û xortên Dirzî yên Parêzgeha Siwêda ji aliyê DAIŞê ve, xelkên Siwêda û rîsipiyên wê, merasîmeke şahiyê lidar xistin û serokê Sûryê Beşar Esed jî têde beşdar bû.

Di wê merasîmê de, qehweçiyek di nîvê mêvanxaneyê de rawestiya ye û dibêje: Di her demê de qehwa tal li mêvanxaneyên Siwêdayê heye, lê ev 110 roj in, ji dema revandina jin û xortên me ji aliyê DAIŞê ve, qehwa tal li mêvanxaneyên Siwêdayê nehatiye vexwarin.

Herwiha ew qehweçî dibêje: Îro bi helkefta serbest berdana jinên Siwêdayê, em nû qehwa tal çêdikin û pêşkêşî serok Beşar Esed dikin.

PIştî ku Esed qehwê vedixwe, ew qehweçî fincanê ji dest Esed digire û li zemînê dide û dişkîne.

Wateya vî karî li cem Dirziyên Siwêdayê ew e, ku piştî kesekî giranbuha ji fincana qehwê vedixwe, ê qehweçî fincana wî dişkîne, bi wateya ku kesekî din tine ye hêja be ji heman fincanê vexwe.

N.O