Xwendingehên Dêrsimê du rojan ji ber berfê tên girtin

Li navçeya Pilemoriya Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê, ji ber barîna berfeke zêde, xwendingehên destpêkî û navendî ji bo heyema du rojan wê bên girtin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li navçeya Pilemoriya Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê, ji ber barîna berfeke zêde, xwendingehên destpêkî û navendî ji bo heyema du rojan wê bên girtin.

Pêla barîna berfê bandorê li jiyana rojane ya hin bajarên Bakurê Kurdistanê dike. Li navçeya Pilemoriya Dêrsimê, barîna berfê demjimêrên serê sibê destpê kir û heya êvarî berdewam kir.

Li gorî dezgehên keşûhewayê, wê barîna berfê berdewam bike.

Li gorî agahiyan, li navçeyên Pilûr, Xozat û Nazimiyê yên Dêrsimê barîna berfê bandor li jiyana welatiyan kiriye û karên wan asteng kiriye.

N.O