Pisporek: Li rojhelatê Feratê dê operasyoneke berfireh pêk bê

Tirkiye ya ku behsa operasyoneke berfireh bo ser rojhelatê Ferata ku di bin destê YPG de ye dikir ev çend roj in di nava bêdengiyekê de ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Tirkiye ya ku behsa operasyoneke berfireh bo ser rojhelatê Ferata ku di bin destê YPG de ye dikir ev çend roj in di nava bêdengiyekê de ye. Tê gotin ku Hêzên Hevpeymanan û rayedarên Amerîkî ji Tirkiyê daxwaz kirine ku deverên destê YPGê de bombebaran neke. Li gorî hin pisporan bi du sedemên sereke Tirkiye bombebaranên xwe ravestandine. Li gorî pisporên ewlehiyê jî rawestandina bombebaranan demkî ye û dê ser Rojhelatê Feratê operasyoneke berfireh pêk bê.

Li Tirkiyê ecizî û gefên operasyoneke bo ser rojhelatê Ferata ku di bin serdestiya YPGê û çavdêriya Amerîkayê de ye ev demek e sekinî ye. Ligel vê yekê li gorî hin zaniyariyan ku Hevpeymaniya Navdewletî ji HSDê re gotiye Tirkiye nema êrîşî navçeyên wan ên sînorî dike û rayedarên Amerîkî jî ji Tirkiyê daxwaz kirine ku YPGê bombebaran neke. Gelo Tirkiyeya ku her gef li ser rojelatê Feratê dixwar û behsa operasyoneke berfireh dikir beramberî rawestandina êrîşan çi li şûna wê wergirtiye?

Bersiva vê pirsê ji aliyê Pisporên Tirkiyê yên nêzî hikûmetê ne jî tê niqaşkirin û li gorî hin pisporan Tirkiye bi du sedeman navber daye bombebaranên xwe lê ger ev sedem pêk neyên dê teqez operasyonek pêk bê.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Prof.Dr.Seyfettîn Erol li ser vê pirsê ji K24ê re dibêje: "Derbarê rojhelatê Feratê de daxuyaniyên dawî yên Tirkiyeyê xuya ye ku ji bo Amerîkayê bûye sedema dilnerihetiyekê. Amerîka li Sûriyê naxwaze bi Tirkiyê re vere beramberî hev û bikeve nava rageşiyê. Ji loma jî Tirkiye ji bo ku mijara Minbicê bi awayekî erênî û di demekî nêz de çareser bibe û rojhelate Feratê bi rêyên dîplomatîk navbera Amerîka, rejîma Esad û Tirkiyê de bê çareserkirin navber daye bombebaranên xwe. Amerîka jî ji bo ku van daxwazan karîger bike Tirkiyê daxwaza rawestandina êrîşan kiriye. "

Li gel vê yekê du partiyên netewperest MHP û Partiya Îyî di komcivînên xwe de bang li hikûmetê kirin ku demildest operasyonekê li ser rojhelatê feratê pêk bînin. Ji loma jî hin pisporên ewlehiyê jî rawestandina êrîşan û destpênekirina operasyonanan wek demkî dibînin.

Pisporê Ewlehiyê Yusuf Alabarda dibêje: " Operasyonên Mertala Feratê û Şaxa Zeytûnê ji aliyê Tirkiyê ve di nav xaka Sûriyeyê de li dijî DAÎŞ û YPGê pêk hatin. Raya giştî ya Tirkiyê jî ji bo parstina sînoran û ewlehiya welêt daxwaza operasyonekê li ser rojhelatê Feratê dikin. Jixwe hikûmeta Tirkiyê li rojhelatê feratê ji hebûna YPGê û ji avakirina rêveberiyeke bi destê wan; ji bo xwe weke gefeke welehiyê dibîne. Li gorî min weke Cerablûs û Efrînê dê li ser wê deverê jî operasyoneke berfireh dest pê bike. Tirkiye niha benda demeke guncav e."

Di qada Sûriyê de Minbic û Rojhelatê Feratê du deverên sereke yên sedema kêşeyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ne. Amerîka taybetî li rojhelatê Feratê li dijî DAÎŞê YPGê ji bo xwe weke hevalbend dibîne û alikariyên leşkeri û çekên giran dideyê. Ji ber vê çendê tê diyar kirin ku heta Emerîka li Sûriyê bimîne û gefa DAÎŞê berdewam bike rojhelatê Feratê dê her rojeva Tirkiyê de be.