Tirkiye dixwaze pasporta xwe bide penaberên Sûrî

Wezîrê navxwe yê Tirkiyê Silêman Soylu daxwaz ji Hikûmeta welatê xwe kir, ku biryarê bide, hemû zarokên penaberên Sûrî yên li Tirkiyê jidayik bûne, pasporta Tirkiyê werbigirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîrê navxwe yê Tirkiyê Silêman Soylu, daxwaz dike, ku penaberên Sûrî pasporta Tirkiyê werbigirin.

Silêman Soylu di Perlemana Tirkiyê de axivî û eşkere kir ku 385 hezar û 431 zarokên penaberên Sûrî li nav Tirkiyê jidayik bûne.

Soylu daxwaz ji Hikûmeta welatê xwe kir, ku biryarê bide, hemû zarokên penaberên Sûrî yên li Tirkiyê jidayik bûne, pasporta Tirkiyê werbigirin.

N.O