Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa daxwaza azadkirina Demîrtaş kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryara xwe da û daxwaza azadiya hevserokê berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş kir.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê îro rewşa girtîbûna Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaşî gengeşe kir û biryar da, pêvajoya dadgehkirina Demîrtaşî ji dema xwe ya asayî dirêjtir ketiye û divê were azadkirin.
Di derbarê mijarê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî daxuyaniyek belav kir û got: “Dadgeha Mafê Mirovan daxwaza azadiya Demîrtaşî kiriye û divê Demîrtaş di zûtirîn dem de were azadkirin.”
Hevserokê berê yê HSDê Selahatîn Demîrtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve di zîndanê de girtî ye.
S.B