Erdogan bersiva Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê da

Serokomarê Tirkiyê radigihîne, ew pabendî daxwaza Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya ji bo Selahatîn Demîrtaş daye nabin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê radigihîne, ew pabendî daxwaza Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya ji bo Selahatîn Demîrtaş daye nabin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî kombûna heftane ya partiya bersiva pirsên rojnamevanan da û got, ew pabendî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya ji bo azadkirina Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selahatîn Demîrtaşî nabin û dê bersiva dadgehê bidin.

Herwiha Erdogan got, ewê dawî li vê pêvajoya dadgehkirina Demîrtaşî jî bînin.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê îro daxwaz ji Tirkiyeyê kiribû, Demîrtaş were azadkirin. Herwiha 25 hezar Euro cezaya pereyê dabû Tirkiyê.

 

S. B