Sadr: Mûsil di metirsiyê de ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêberê Tevgera Sadr a Iraqê Muqteda el-Sadr, balkişand ku jiber egera çalakiyên rêxistina terorê duyem bajarê mezin ê Iraqê Mûsil ketiye metirsiyê de.
Rêberê Şîa Sadr, liser accounta a sosyal-medya de ragihand ku, Ev 1 sal û nîv e Mûsil jidestê DAIŞ hate derxistin, lê DAIŞ rêxistina xwe ya “razayî” derbasî çalakiyê kiriye û ev yek ji bajar re metirsî peyda kiriye.
Sadr bangewaza “Mûsilê biparêzin” kir û diyarkir, destê birêvebiran katiye nav gendeliyê de.
Hêzên Iraqê di meha Tîrmeh a 2017an de bajarê Mûsilê ji destê DAIŞ, piştî kontrolkirina 3 salan rizgar kiribû.
Di dema dawî de rêxistina terorê DAIŞ li Mûsil û herweha deverên Selahaddîn, Diyala, Kerkûk û Enbarê de kiryarên terorî û êrîş encam dan e.
C.B