Iraq red dike pabendî sizayên li ser Îranê bibe

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî ragihand, welatê wî ne beşek e ji sîstema sizayên Amerîka li ser Îranê, ji ber wê Iraq bi sizayên li ser Îranê pabend nabe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî ragihand, welatê wî ne beşek ji sîstema sizayên Amerîka li ser Îranê ye, ji ber wê Iraq bi sizayên li ser Îranê pabend nabe.

Malpera “RT” belav kir, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî di daxuyaniyekê de ragihand, “Sizayên Amerîka li ser Îranê, ne sizayên nevdewletî ne û biryareke taybet bi Amerîka û siyaseta Washingtonê ye, ne biryareke Iraqî yan Navdewletî ye.”

Adil Ebdilmehî dibêje: “Em ne beşek in ji dijayetiya ti welatî ne. Hin welat hene, dewletên rojava û Amerîka wan ji xwe re dijmin dibînin, em ne beşek in ji rêxistinên diyarkirî ji bo armanckirina berjewendiyên welatan. Em ne beşek in ji armanckirin aliyekî sêyemîn re, ji bilî rûbirûbûna rêxistinên terorê yên destdirêjiyê li ser Iraqê dikin.”

Li gor jî wê malperê, Serokwezîrê Iraqê gotiye: “Tika ye fermanan bo me dernexin. Heger planên we hene, bi Iraqê guftûgo bikin, wê demê Iraqê dê helwesta xwe rabigihîne, lê fermanan nedin me.”

Pêştir, derbarê sizayên nû yê Amerîka li ser Îranê ku roja 5ê vê mehê ketin warê cibicîkirinê, Balozxaneya Amerîka li Iraqê ragihand, Bexda ta heyama 45 rojan dikare bi kirîna gaza Îranê berdewam be, ta Iraq alternativeke din ji kirîna gazê re dibîne.

Iraq bo karkirina wêstgehên berhemanîna eliktirîkê, gaza xwezayî ji Îranê dikire. Herwiha gelek kalûpelên di warên xwarek û pêwîstiyên navmal û otombîlan jî hawirde dike.

Li gor amaran, qebareya bazirganiyê di navbera Iraq û Îranê di sala bûrî de gihîşt 12 milyar Dolar û her du aliyan jî ragihandin ku kar li ser zêdekirina nirxê bazirganiyê di navbera wan de dikin.

 

S. B