Erdogan: Biryara DMME terorperestî ye

Balkêş e ku, Serokomar Erdogan bi xwe 3 caran ji bo dadê, serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê xistiye

K24  - Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand: Biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME)  ya ji bo Selahattîn Demîrtaş terorperestî ye.

Erdogan îro careke din daxwaza Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê red kir û got: Pêwendiya Selahattîn Demîrtaş bi PKKyê re heye û Demîrtaş tohmetbarê kuştina 50 kesan e. Biryara dadgehê ne azadixwazî ye lê terorperesti ye. Bila Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê li gor dilê xwe biryar bide. Ew jî, dê li gor berjewendî û mayîndebûna welatê xwe tevbigerin û gavan bavêjin.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê duhî daxwazaserbest berdan a Selahattîn Demîrtaş kiribû.

Balkêş e ku, Serokomar Erdogan bi xwe  3 caran ji bo dadê, serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê xistiye.

 

 

C.B