Serok Barzanî: Pêwîst e şaşîtiyên berê bên rastkirin

Serok Mesûd Barzanî ragihand, serdana wî bo Bexdayê gihandina peyamekê bo navxwe û derve ye û ew amade ne piştevaniyê li hikûmeta Adil Ebdilmehdî bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî ragihand, serdana wî bo Bexdayê gihandina peyamekê bo navxwe û derve ye û ew amade ne piştevaniyê li hikûmeta Adil Ebdilmehdî bikin.

Serok Barzanî piştî civîna ligel Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî li Bexdayê di konferanseke rojnamevanî a hevbeş de got: “Li vir hewl didin baweriya di navbera me de bihêz bikin û şaşîtiyên berê rast bikin. Pêwendiyeke gelek baş dirust bikin ji bo berjewendiya tevahiya Iraqê û bi taybet dirustkirina pêwendiyeke gelekî baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de.”

Li hemberê, Hadî Amirî got: “Hêvîdar in ev serdan bibe destpêkeke girîng ji bo pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û hemû pirsgirêk bi biratî bêne çareserkirin.”

Herwiha got: “Em rijd in li ser peydakirina jiyaneke baştir ji tevaniya Iraqiyan re.”

Serokê Hevpeymaniya Fetih got jî: “Hêvîdar in Iraqekî bihêz durist bibe û hevbeşiya rasteqîne di navbera tevahiya pêkhateyên Iraqê pêk were.”

Tekez kir jî, çawa di dema bûrî de rûbirûyî terorê bûn, bi heman awayî bi hev re şerê gendeliyê bikin û Iraq bikare di dahatû de xizmetguzariyê pêşkêşî tevahiya Iraqiyan bike.”

 

S. B