Mesrûr Barzanî: Civînên girîng lidar ketin
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Encûmena Asayiş a herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyarkir ku, ji bo pirsên pêwîstî çareseriyê mekanizmeyek sistemî werbigirin, seredana Serok Barzanî ya Bexda û Necefê û civînên lidarketî girîng bûn.
Şêwirmendê Encûmena Asayiş a herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di account a xwe ya twitterê de, liser hevdîtinên Serok Barzanî ligel serkirdeyên Iraqê rawestiya.
Mesrûr Barzanî diyarkir ku, ji pêvajoyê hêvîdar e û , ji bo pirsên pêwîstî çareseriyê mekanizmeyek sistemî werbigirin, seredana Serok Barzanî ya Bexda û Necefê û civînên lidarketî, bi girîngî wesf kir.
Mesrûr Barzanî herweha anî ziman ku, serkeftina hevbeş û çareseriya pirsgîrekên welatiyan ji alî desthilata nû ve bi girîngî tên nirxandin.
Şêwirmendê Encûmena Asayiş a herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di şand a Serok Barzanî ya Bexda û Necefê de cîh girt û di civînan de amade bû.
C.B