Salih Muslim: Me her dem daxwaza danûstandinê ligel hukimeta Sûriye kiriye

Salih Muslim radighîne, wan daxwaz ji Amerîka nekiriye Hêzên xwe bişîne Sûriyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Salih Muslim radighîne, wan daxwaz ji Amerîka nekiriye Hêzên xwe bişîne Sûriyê.

Endamê Komîteya Pêwendiyên Dîplomasî û Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Salih Muslim ji kanala RT ya Rûsyayê re ragihand, hêzên wan tu carî êrîşî Hêzên hikûmeta Sûriyê nekiriye û her dem, ew ji bo danustandinên digel hikûmeta Sûriyê amadebûn, lê hikûmetê ew yek piştguh dixist.

Salih Muslim got jî, ew hîn jî, sîstema nenavendî û demokrasiyê ji bo Sûriyê dixwazin.

Hevserokê berê yê PYD anî ziman, wan daxwaz ji tu hêzek derekî nekiriye ku derbasî deverên wan bibin, lê Hêzên Amerîka ji ber reftarên hikûmeta Sûriyê derbas bûn.

 

 

 

C.B