Amerîka dihêle Iraq bazirganiyê bi Îranê re bike

K24 - Navenda Nûçeyan.
Bi sedema kêmiya berhemanîna elektirîkê li Iraqê, Amerîka rê da Bexdayê ku bazirganiyê li gel Taranê bike.
Serokê pilandanînê di Wezareta Derve ya Amerîka de Brian Hook, li ser Twitter a xwe nivîsî ye: Tevî ku Iraq navendeke giring e ji bazirganiya Îranê re û her bi riya Iraqê, Îran çek û çekdaran dişîne Sûryê û Lubnan û Yemenê, lê Washington ji ber çend sedeman, rê dide Iraqê, ku beşekî ji karên xwe yên bazirganî li gel Îranê berdewam bike.
Hook di nivîsa xwe de dibêje: Iraq hevparekî stiratîjî ye ji Amerîka re û Washington rê dide Iraqê ku eliktirîkê ji Îranê bikirre.
Navhatî got jî: Amerîka bizavan dike, ku Iraq bixwe eliktirîkê berhem bîne û sînorekî ji destwerdanên Îranê re deyne.
N.O