Piştî 15 salan Navçeya Kesk li Bexdayê hat vekirin

Îro dest bi rakirina astengên konkirêtî li ber Navçeya Kesk li Bexdayê hat kirin û sibe bi fermî wê ew navçe bê vekirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro dest bi rakirina astengên konkirêtî li ber Navçeya Kesk li Bexdayê hat kirin û sibe bi fermî wê ew navçe bê vekirin.

Li gorî medya Iraqê, îro dest bi rakirina beşekî zêde ji astengên konkirêtî li ber Navçeya Kesk li Bexdayê hat kirin û sibe bi temamî wê ew navçe li ber welatiyan bê vekirin û çûnûhatina welatiyan wê asayî bibe û ew yek wê qerebalixa tirafîkê li Bexdayê kêm bike.

Berûvajî Hikûmetên Iraqê yên piştî sala 2003an, serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdilmehdî, nivîsgeha xwe ji derveyî Navçeya Kesk vekiriye û berî niha jî soza vekirina riyên Navçeya Kesk dabû.

N.O