Peymana cihêbûna Brîtanya ji Yekitiya Ewropayê hat pesendkirin

Tevahiya welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) razamendiya li ser cihêbûna Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê nîşan dan û peymana “Brexit” îmze kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevahiya welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) razamendiya li ser cihêbûna Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê nîşan dan û peymana “Brexit” îmze kirin.

Li bajarê Brûkselê îro lîtkeya Ewropî birêve çû û di civîna de welatên endamên Yekitiya Ewropayê ku 27 welat in, razamendî li ser wê yekê nîşan dan ku Brîtanya ji YE veqete û peymana “Brexit” îmze kirin.

Li gorî wê peymanê, Brîtanya dê 39 milyar Dolar jî bide YE û roja 29 Adara sala 2019 bi yekcarî ji YE vediqete.

Serokê Parlemantoya Ewropa Antonio Tajani di bersiva pirsa peyamnêrê K24ê de got: “Geşbîn im ku parlemantoya Ewropa piştevaniyê li peymana derketina Brîtanyayê dike, ji ber ku peymaneke baş e hem bo Brîtanya û hem bo Yekîtiya Ewropa. Brîtanya ji Yekîtiya Ewropa derdikeve, lê wek welatekî Ewropî dimîne û di dahatûyê de bi hev re kar dikin.”

Divê peymana Brexist ji aliyê parlamentoya Brîtanya ve jî were pesendkirin. Ji pesendkirina Brexistê jî pêwîstî bi piştevaniya herî kêm 320 endamên parlamentoyê heye. Hejmara endamên parlamentoya Brîtanya 650 kes e.

 

S. B