Netewên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropa serdana Serok Barzanî bi girîng binav dikin

Netewên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropa serdana Serok Barzanî bo Bexdayê bi pêngaveke girîng dizanin ji bo asayîkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropa serdana Serok Barzanî bo Bexdayê bi pêngaveke girîng dizanin ji bo asayîkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê. Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî daxwaz dike pirsgirêka Kerkûkê bi riyên siyasî bê çareserkirin. Nûnera Yekîtiya li Herêma Kurdistanê jî daxwaz dike, pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bi guftûgoyê bêne çareserkirin.

Di vê derbarê de Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Iraqê Jan Kubis dibêje, ew geşbîn e ku Hewlêr û Bexda dikarin pirsgirêkan çareser bikin û got jî: “Derbarê pirsa petrolê de rêkeftin hat kirin.”

Jan Kubis li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ji K24ê re wiha axivî: “Min bi berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê axivîm, pêwîst e di kabîneya hikûmî de girîngiyê bi mafên mirovan bê dayîn û hemû alî jî beşdar bin.”

Li ser serdana Serok Barzanî bo Bexdayê jî got: “Serdana Barzanî bo Bexda û Necef gelekî baş bû û gaveke dirust bû ji bo vegera baweriyê û dîtina çareseriyan ji wan pirsgirêkên ku çendîn sal in hene. Beşdariya partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê de girîng e ji bo hemû Iraqê, ji ber wê sedemê jî geşbîn im ku rêkeftina dawî di navbera Herêma Kurdistanê bê kirin, wek çawa li ser pirsa petrolê rêkeftin çê bû. Destpêkeke baş ji Hikûmeta birêz Adil Ebdilmehdî re hebû, lê niha hîna kêmanî hene, ji ber ku kabîneya wî nehatiye temam kirin, hêvîdar im piştevanî ji wê kabîneyê re berdewam be û hêvîdar im çareseriya pirgirêka Kerkûkê bi awayekî siyasî be.”

Ji aliyê xwe ve, Nûnera Yekîtiya li Herêma Kurdistanê Clarisse Pasztory ji K24ê re got: “Pêwîst e hikûmeta dahatû ya Herêma Kurdistanê, hikûmeteke giştgîr be û hevahengî di navbera partiyên siyasî de hebe. Niha rola jinê di hikûmeta Herêma Kurdistanê gelekî kêm e, hêvîdar im di hikûmeta bê de rola jinê zêdetir tê de hebe û postên girîng werbigirin.”

Clarisse Pasztory li ser serdana Serok Barzanî bo Bexdayê got: “Serdana Serok Barzanî bo Bexdayê gaveke girîng e, ev siyaseta rasteqîne ye, ji ber ku di siyasetê de divê her guftûgo karê pêşîne be.”