PDK-T: Em li gel HDPê gelek nêzîkî tifaqê bûne

Serokê PDK-T Mehmed Emîn Kardaş dide zanîn ku ew li gel HDPê %90 nêzîkî tifaqê ne.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê di pêvajoya hilbijartinên şaredariyan de nêzîk e ku tifaqek derbikeve holê ku navê wê tifaqê jî tifaqa PDK-T û HDPê ye. Serokê PDK-T Mehmed Emîn Kardaş dide zanîn ku ew li gel HDPê %90 nêzîkî tifaqê ne. Li aliyê din jî partiyên wek PAK û PSKê amadekariyan dikin ku bi namzetên serbixwe tevlî hilbijartinan bibin.

Li Bakurê Kurdistanê lêgerînên tifaqan bo hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adar a 2019ân didomin. Di vê çaçroveyê de Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyeyê (PDK-T) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hevdîtinên xwe yên bo tifaqê pêk anîne û êdî biryare ku di nava hefteyekê encamên hevdîtinan ji raya giştî re werin parvekirin. Di vê babetê de Serokê Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyeyê Mehmed Emîn Lardaş dide zanîn ku wan li gel HDPê hevdîtinên erênî pêk anîne û hemû hurgilî hatine axaftin.

Serokê PDK-T Mehmed Emîn Kardaş ji K24ê re got: "Me 3 civîn çêkirin. Civînek jî tenê di nevbera HDP û PDK-T de çêbû. Di civîna herî dawî de jî me hinek daxwazên xwe ji wan re gotin. Heta niha tiştê ku me ji wan fam kirî ye tifaqa HDP û PDK-T %90 erênî derbas bû ye. Gerentiyê jî didin ku êdî divê ev tifaq çêbê."

Lêgerîneke din a tifaqa hilbijartinên şaredariyan di navbera Partiya Sosyalîst a Kurdistan û Partiya Azadiya Kurdistan de birêve diçû gihiştiye encamekê ku dê namzetên serbixwe werin nişandan. Serokê Partiya Azadiya Kurdistan Mûstafa Ozçelîk dibêje ew dijminiya ti partiyan nakin lê êw ê namzetên xwe yên serbixwe destnîşan bikin.

Serokê PAKê Mûstafa Ozçelîk dibêje: "Xebatên me li ser dijayetî û dijminatita ti kesî ye.  Ne HDP ne HudaPar ne kesek din em dijminatiya ti kesî nakin. Xebatek cuda ye. Li esasê pirrengî û pirdengiya Bakurê Kurdistanê divê siyasetek li ser esasê demokrasiye pêk bê. Ji bo wê cihê ku em xebatên xwe lê bimeşînin emê namzetên xwe derxin. Li wê derê helbet namzetê nazmetê kî hebe jî emê dijminatiya wan nekin. Divê ti alî jî dijminatiya hev nekin."

Di çarçoveya tifaqên hilbijartinên şaredariyan de heta niha li Bakurê Kurdistanê 2 tifaq derdikevin pêş yek di navbera PDK-T û HDPê de û yek jî di navbera PAK û PSK dê ye. Helwesta partiyên Kurdistanî yên derveyî van tifaqan de jî dê heta berfenbarê diyar bibin. Hêjayî gotine ye ku Hereketa Azadî, Partiya Komunîst a Kurdistan û Partiya Însan û Azadiyê jî hevdîtinan li gel HDPê pêk tînin.