YNK raporta PDKê ya ji bo pêkanîna hikûmeta nû guftûgo dike

Polîtburoya YNKê bi serokatiya Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl ji bo guftûgokirina raporta PDKê ya ji bo pêkanîna hikûmeta nû amade kiriye, dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîtburoya YNKê bi serokatiya Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl ji bo guftûgokirina raporta PDKê ya ji bo pêkanîna hikûmeta nû amade kiriye, dicive.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, îro Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dicive û guftûgokirina raporta ku PDKê ji pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê amade kiriye, yek ji mijarên sereke yên civînê ye.

Ev civîna piştî wê yekê te, şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) roja 17ê vê mehê derbarê guftûgoyên pêkanîna hikûmeta nû de serdana Silêmaniyê kiribû û ligel YNK û Tevgera Goranê civiyabû.

Niha aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di hewla pêkanîna hikûmetê de ne, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wek partiya yekem, naxwaze hikûmeteke firehalî wek ya kabîneya bûrî dubare bibe.

 

S. B