Li Astana, dê kar liser Destûra Sûriye bê kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Rûsyayê radighîne, di civînên Astana de, dê kar li ser temamkirina avakirina Komîteya Destûrê ya Sûriyê bê kirin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di korbendekê de li Parîsê ragihand, rojên Çarşem û Pêncşemiyê, Civînên Astana yên Navdewletî di derbarê Sûriyê de, dê werin lidarxistin û ew bi hêvî ne ku, di civînê de gavên giring ji bo temamkirina avakirina Komîteya Destûrê, bi beşdariya nûnerên Hikûmet, Opozisyon û Nûnerên civaka sivîl ên Sûriyê bên avêtin.
Beriya niha jî, Wezareta Derve ya Kazaxistanê ragihandibû, hemû aliyên Sûrî ji bo gera nû ya Danustandinên Astana hatine vexwendin.
C.B