Mesrûr Barzanî: Gendelî û nebûna xizmetguzariyan sedemên serîhildana DAIŞê ne

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Hevahengkarê Karûbarên Terorê di Yekîtiya Ewropa de Gilles de Kerchove û Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Ramon Blecua kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Hevahengkarê Karûbarên Terorê di Yekîtiya Ewropa de Gilles de Kerchove û Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Ramon Blecua kir.

Di hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî behsa şerê terorê û dubare serîhildan û zêdebûna tevgera DAIŞê û sedemên wê kir û ragihand, sîstema siyasî ya kar pê tê kirin, gendelî û dabînekirina xizmetguzariyên bingehîn sedemên wê yekê ne û amaje bi berpirsatiya civaka navdewletî bo rêgirtin li teroristan kir.

Her di wê hevdîtinê de, tekezî li hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropa bi taybetî di şerê teroristan de hate kirin ku şerê li dijî DAIŞê, şerekî cîhanî ye û tenê ne girîdayî ye bi navçê û aliyekî ve.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê behsa kenal û sosyal medya kir, ku DAIŞ sûdê jê dibîne ji bo bandorê bixe ser xelkê.

Her di wê hevdîtinê de, Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê ronî xiste ser guftûgoyên ferehkirina alîkariyên Yekîtiya Ewropa ji Herêma Kurdistanê re di warên rêxistin û çaksazîkirina di nava hêzên ewlehiyê de.

Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta nû ya Iraqê tewerekî din ê hevdîtinê bû.

 

 

S. B