Erdogan li ser mijara Minbicê bi Trump re dicive
.jpg)
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser mijara Minbicê kom dibin.
Erdogan îro bi armanca beşdarî civîna G20 bibe çû Argentinê. Erdogan berî serdana xwe bersiva pirsên rojnamevanan da û got: Ewê li Argentinê ligel Trump kom bibe û pirsa Minbicê gengeşe bike.
Tirkiye bi rijdî dixwaze YPG li ser sînorê wan nemîne û her dem gefa destpêkirina operasyonan li Rojavayê Kurdistanê dixwe. Lê Amerîka vê daxwazê red dike.
Herwiha berî 2 hefteyan jî Wezîrê Bergîriyê James Mattis biryar dabû ku li ser sînorê Tirkiyê xalên çavderiyê ava bike, ji bo rê li ber rûbirûbûna Tirkiye û HSDê bigire.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, heta niha xalên çavdêriyê li Girêspî hatine danîn.
Lîtkeya G 20 rojên 30î Midarê û 1ê Berçile li paytexta Argentinê Buenos Aires bi beşdariya 20 serkirdeyên welatên cîhanê yên xwedî abûriyên mezin birêve diçe.
S. B