Salih Muslim: Astana lîstikek e

K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsê Pêwendiyên Diplomasî yê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Salih Muslim di daxûyanîyekê de ji Kurdistan24 re ragihand, Astana tenê lîstikek e û nikare krîza Suriyê çareser bike. Tenê rêya ku danûstandin û pirsa Suriyê lê bê çareserkirin Cenêv e, û ew hêvî dikin ku, Civînên Cenêvê destpê bikin û ew tê de beşdar bibin.
Civîna Astanayê îro bidawî hat, lê ji alî Neteweyên Yekgirtî ve jî, wekî civînek ne serkeftî hate binav kirin.
Ti pêşkeftin di mijara girîng a civînê, Komîteya Destûrê de pêk nehat.
C.B