YPG: Me 2 çekdarên Ehrar elŞam kuştin

YPG radighîne, dû çekdarên Ehrar elŞam li Efrînê kuştin e

K24 – Navenda Nûçeyan

YPG radighîne, dû çekdarên Ehrar elŞam li Efrînê kuştin e.

Navenda ragihandina Yekîneyên Parastina Gel YPG di daxûyaniyekê de ragihand, şervanên wan roja 23ê vê mehê Operasyonek li gundê Kefr Sifre yê navçeya Cindrêsê ya Efrînê li dijî çekdarên Ehrar elŞam encam dan, di encam de jî, dû çekdarên wê grûbê hatin kuştin.

Roja 18ê Adar a îsal, Artêşa Tirkiyê û grûbên çekdar ên Opozisyona Sûriyê devera Efrînê ya rojavayê Kurdistanê dagîr kirin û ji wê rojê ve, binpêkirinên grûbên çekdar li wî bajarî berdewam in.

Çendîn car in çekdarên ji aliyên cuda yên Opozisyonê, dinav hevûdu de, bi egera talankirin, dizî û destdanîn a ser war û zeviyan şerê hevûdu kirin e.

 

 

C.B