Rojnameya Yeni Şafak a tirkî: Salman û bin Zaîd xayin in!

Herweha Karagul siyaseta Şah Salman û Mîrzade Muhammed bin Zaid metirsîdar dibîne, wan wekî xayin binav dike û dixwaze xelk lidij wan rabe ser piyan, bere wan ji welatê xwe bide

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsiyarê Giştî yê rojnameya Yeni Şafak, ku nêzîkî desthilata Tirkiye ye Ibrahim Karagul di gotara xwe ya sereke ya rojnameyê de daxwaz ji xelkên Emiratên Yekgirtî yê Erebî û Erebistana Siûdî kir, ku lidij Şah Salman û Mîrzade Muhammed bin Zaid rabin ser piyan û wan xayiyan ji welatê xwe bavêjin.

Ligor Karagul, Salman û bin Zaid piştgiriya darayî dan e pêkanîna xalên çavdêriyê yên liser sînorê rojava û bakurê Kurdistanê û ev pêngav dijberiya Tirkiye ye.

Herweha Karagul siyaseta Şah Salman û Mîrzade Muhammed bin Zaid metirsîdar dibîne, wan wekî xayin binav dike û dixwaze xelk lidij wan rabe ser piyan, bere wan ji welatê xwe bide…

 

 

C.B