Turkdogan: Dadgehên Tirkiye ne serbixwe ne

Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan Oztûrk Turkdogan, daxûyaniyek da û got: "Dadgehên Tirkiyê ne serbixwe ne û li gorî daxûyaniyên siyaseta desthilatdar biryaran dide…"

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan Oztûrk Turkdogan, daxûyaniyek da û got: "Dadgehên Tirkiyê ne serbixwe ne û li gorî daxûyaniyên siyaseta desthilatdar biryaran dide…"

Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa ku biryara serbest berdana hevserokê berê yê HDP ê Demirtaş da bû, Dadgeha Tirkiyê ya Cezaya Giran ya Enqerê ev biryare nasnekir û daxwaza berdewama zindankirinê da.

Hevserokê Komela Mafê Mirovan Turkdogan jî, ev biryara Dadgeha Enqerê Rexne kir û da zanîn: "Biryar Dadgeha Ewrpa ji xwe desthilata siyasî nasnekir, dadgehê jî, ne li gorî yasayan li gorî daxûyaniya desthilatê biryar da. Bi vê biryarê diyare ku Dadgehên Tirkiyê ne serbixwe ne.

Li gorî yasayan, eger delîl di destê te de hebîn tu dikarî berdewama zîndanî kirinê bidî, lê eger delîl nebîn nabe tu vê xeletîyê bikî.

Hevserokê Komela Mafê MirovanOztûrk Turkdogan,  bang li Komisyona Konseya Ewropa kir daku, rola dikeve ser mile wan,  pêk bînin.

 

 

C.B