Sizayên liser Demirtaş û Onder hatin pejirandin

K24 – Navenda Nûçeyan
Dadgeha Idarî ya Herêma Stenbolê, sizaya 4 sal 8 mehan ji bo “Bangeşekirina Rêxistina Terorê” ku ji alî Dadgeha 26em a Sizayên Giran a Stenbolê ve, hemberî Hevserokê berê yê Partiya Demokrasî ya Gelan (HDP) Selahaddin Demirtaş hatibû birîn, pejirand.
Herweha li hember Hevserokê berê yê HDP Selahaddin Demirtaş û Parlementerê berê yê HDP Sirri Sureyya Onder sizayên girtîgehî bi egera “bangeşekirina rêxistina terorî ya çekdar”, ji alî Dadgeha Idarî ya herêma Stenbolê, saziya 2em a Sizayî ve hate pejirandin.
Ev helwêsta dadgehan, ji alî parêzerên Demirtaş ve, wekî bersîvek neyênî hemberî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ya jib o serbestberdan a Demirtaş jî hate nirxandin.
C.B