James Jeffrey serdana Tirkiyê dike û komeke kar pêk tîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo gotûbêjkirina dawî pêşhatên li Sûriyê, Şanderê Taybet yê Amerîka ji bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey serdana Tirkiye û Urdinê dike.
Wezareta Derve ya Amerîka belav kir, Şanderê Şanderê Taybet yê Amerîka ji bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey ji îro 5î mehê û ta 14ê vê mehê serdana Tirkiye û Urdinê dike û dê dawî pêşhatên li Sûriyê gotûbêj bike.
Hat ragihand, James Caffrey bi serkirdeyên Tirkiyê re çawaniya peydakirina aramiyê li Sûriyê gotûbêj bike û dê “Koma Xebata Sûriyê ya Bilind” ji bo şopandina bûyerên li Sûriyê dibin pêk bîne.
Li Urdinê jî, bi berpirsên wî welatî re dê behsa proseya siyasî û xistina fişaran li ser rêjîma Sûriyê ji bo bicihkirina biryara Encûmena Asayişa Navdewletî hejmar (2254) û rewşa mirovîli kampa Rukban gotûbêj bike.
Serdana Şanderê Taybet yê Amerîka ji bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey di demekê de ye, pêwendiyên Enqere û Waşîngtonê ji ber YPGê roj bi roj aloztir dibin.
S. B