HDP namzedên xwe yên bo şaredariyan diyar dike

Li Tirkiyeyê partiyên siyasî bo hilbijartinên herêmî yên Adara 2019an di nava liv û tevgerê de ne.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyeyê partiyên siyasî bo hilbijartinên herêmî yên Adara 2019an di nava liv û tevgerê de ne. Yek ji van jî HDP ye ku ligel gefên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan yên derbarê tayînkirina qeyyûman de amedehiyên xwe yên hem bo diyarkirina namzedên xwe yên bo şaredariyê û hem jî bo bidestxistina şaredariyên wê yên ku qeyyûm hatine tayînkirin, didomîne.  Rayedarên HDPê gotinên Serokkomar şermezar dikin û didin zanîn ku weke her carê vê carê jî ew ê bi awayekî demokratîk namzedê xwe hilbijêrin.

Li Tirkiyeyê bo hilbijartinên herêmî yên ku dê di Adara sala 2019an de werin lidarxistin, partiyên siyasî di nav hewl û xebatan de ne. Di vê çarçoveyê de nîqaşên tifaq û namzedan jî di rojeva Tirkiyeyê de bi awayekî berfireh cîh digre. Yek ji van jî HDP ye ku li parlamentoya Tirkiyeyê partiya sêyêm e, tê meraqkirin di hilbijartinan de proseseke çawa bişopîne û namzedên xwe çawa hilbijirin.

HDPê di hilbijartinên herêmî yên 2014an de bi tevahî 102 şaredarî bi dest xistibûn û ji sala 2016an vir ve 96 şaredarên wan bi hinceta têkildarê PKKê ne ji ser postên xwe hatine dûrxistin ku li şûna wan şaredaran, burokratên ku qeyûm tên gotin hatibûn tayîn kirin.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan di nava hefteyê de bal kişand ser şaredariyên ku qeyyûm hatine tayînkirin û ragihand ku ew ê van şaredariyan carekî din bi dest bixin.

Parlamenterê HDPê Tayyîp Temel jî derbarê nexşeriya hilbijartinan a partiyê xwe de zanyariyan da û aşkere kir ku namzedên wan dê ji aliyê gel vê bên hilbijartin.

ParlamenterTayyîp Temel ji K24ê wiha axivî: Demekê dirêj e ev 2-3 hilbijartin ji hela gel ve tên diyarkirin esasê. Bi çi rengî? Pêş hilbijartinekê heye. Delegasyonekê tê kifşkirin ji sazî û dezgehên sivîl yên bajêr. Dîsa namzed ji rêveberiya partiyê û her wisa jî ji endamên partiyên HDPê. Ew delegasyon li ser navê bajêran jî navçeyê deng bi kar tînin û bi vî rengî jî kîjan deng zêde bigre jin û mêr ew dibin namzedên herî xurt ku navenda giştî tercîh bike.”

Li aliyê din vê gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan "heger namzedên şaredarî yên HDPê di şûna rêveberiya partiyê de ji aliyê PKKê ve werin hilbijartin,  ew ê midaxele li wan namzedan bikin " rê li ber niqaşan vekir. Ev gotinên Erdogan ji aliyê HDPê ve rastî bertekên tund hatin.

Berdevkê HDPê Saruhan Oluç dibêje: “Serokkomar Erdogan, serokê partiyekê ye. Lê ji ber ku serokkomar e, gotinên wî yên derbarê namzedê partiyekê din de dê rasterast ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ve rê li ber vetokirina namzedên wê partiyê veke. Loma gotinên wî şik û gumanan dixe hilbijartinan. Ew destnîşan dike ku dê hilbijartin bo HDPê bi awayekî adilane û wekhev pêk neyên. Herwiha ji ber ku partiya wî li Kurdistanê bi HDPê re dê bikeve nav reqabetê,  dixwaze li dijî HDPê qadekê newekhev ava bike û li Kurdistanê pêşiya partiya xwe veke.”

HDPê ragihandibû ku serlêdana bernamzediya bo şaredariyan heta 5 Kanûnê berdewam bike. Ligel bo serlêdanê wext bi dawî bûye jî, tê çavêrêkirin ku HDP piştî civîna xwe ya Lîjneya Rêveberiya Navendî 10 rojên din wext bide û serlêdan dê di 15ê Kanûnê de bi dawî bibe.