Rawest yekem rapirsî – ya hilbijartinên herêmî ragihand

Li Bakurê Kurdistanê yekem rapirsiya hilbijartinên şaredariyan a 31ê Adar a 2019ê ji aliyê Saziya Lêkolînê Rawest ve hate pêkanîn

K24 – Mahir Yuksel (Diyarbekir)

Li Bakurê Kurdistanê yekem rapirsiya hilbijartinên şaredariyan a 31ê Adar a 2019ê ji aliyê Saziya Lêkolînê Rawest ve hate pêkanîn.

Li gorî rapirsiyê li bajarên wek Diyarbekir, Wan, Riha û Mêrdînê rewş naye guherîn lê li 5 navçe û bajarek ê Bakurê Kurdistanê yên ku qeyyum lê hatine tayînkirin Ak Partî li hemberî HDPê ser dikeve.

Li Bakurê Kurdistanê tevger û xebatên bo hilbijartinên şaredariyan a 31ê Adar a 2019an her ku diçe zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de yekem rapirsiya hilbijartinên şaredariyan li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Navenda Lêkolînên Însanî û Siyasî Rawest ve hate pêkanîn. Li gorî rapirsiyê li 4 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê yên wek Diyarbekir, Riha, Mêrdîn û Wanê rewş naye guherîn û li Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê HDP ser dikeve û li Rihayê jî Ak Partî ser dikeve. Lê Gerînendeyê Giştî Yê Rawestê Roj Esîr Gîrasûn dide zanîn ku di rêjeya dengan de guherîn rû didin.