Erdogan: Hevalbendiya bi MHPê re têk nadin

Serokê AK Partiyê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan radigihîne, ew hevalbendiya xwe ya li gel Partiya Nijadperest (MHP) têk nadin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê AK Partiyê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan radigihîne, ew hevalbendiya xwe ya li gel Partiya Nijadperest (MHP) têk nadin.

Serokê AK Partiyê Recep Tayip Erdogan, daxuyaniyek da rojnamevana û bal kişand ser hilbijartinên 31ê Adarê û got, ewê li gel MHPê di nav hevkariyê de bin.

Erdogan da zanîn, hevalbendiya wan li gel MHPê pêşeroja Tirkiyê destnişan dike.

Serokê AK Partiyê got: Her çend oposizyon CHP û HDP İtifaqa Cumdur ber çavê civakê reş bike jî, ewê berdewamiyê bidin vê hevalbendiyê.

Li gorî hin daxuyaniyên medya Tirkiyê jî, ji bo hilbijartinên 31ê Adarê, AK Parti  dê 30 bajaran û 60 navçeyan radestî partiya nijadperest MHPê bike.

MHP û AK Partî di hilbijartinên Serokomar û Parlamentoyê de Hevpeymaniya Cumhur dirust kiribûn.

 

S. B