Cemîl Bayik bersiva Amerîka dide
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê KCKê Cemîl Bayik bersiva Amerîkayê dide û radigihîne: PKK nayê tinekirin û ew paş de gav navêjin.
Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik ji ajanseke nêzikê PKKê re axivî û bersiva biryara Amerîkayê ya li dijî 3 rêveberên PKKê da.
Bayik biryara Amerîkayê wekî berdewamiya pêvajoya girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalanî penase dike û balê dikşîne wê yekê ku tê xwastin PKK were jinavbirin. Lê PKK ji nav naçe û ew paşde gav navêjin. PKK bûye rêxistinek mezin a gel û ji holê nayê rakirin.
Berî niha mehekê Amerîka ji bo serê 3 rêveberên PKKyê Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Murat Karayilanî 12 milyon dolar xelat diyar kiribû.
S. B